Li Qamişlo Nexweşxaneya Onkolojiyê wê were vekirin

Tê payin Nexweşxaneya Onkolojiyê ya li Qamişlo di nav 3 mehan de sazkar bibe.


Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo amadekariya vekirina navenda tendirustiyê ya tedawîkirina nexweşiya penceşêrê dike. Navenda ku wê ji hêla Desteya Tendirustiyê ve bê vekirina ya yekemîn li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Wê nexweşên penceşêrê werin dermankirin. Ji wê  zêdetir jî wê xizmet û piştgiriya tendirustî bê pere pêşkêş bike. Wê li navendê alavên nûjen hebin. Da ku barên lêçûnên madî li ser nexweşan sivik bibe û bê rakirin. Ji ber ku nexweş ji ber tedawiyê neçar dimînin berê xwe bidin derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diçin Şamê û Başurê Kurdistanê.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Herêma Cizîrê Dr.Menal Mihemed got: “Armanca me ya bingehîn, dermankirina nexweşên penceşêrê ne.”

Di van demên dawîn de hejmara nexweşên penceşêrê zêde bûne. Nexweşiya penceşêrê di nava jinan de zêdetir a pêsîrê ye. Di nava mêran de jî ya cigera spî ye. Di vî warî de Dr. Danîş Hac Îbrahîm ê ku macistêr di xwendina bilind a nexweşiyên hundirîn, xwîn û werimandinê de wergirtiye, got: “Di hefteyê de nêzî 40 nexweşiyên penceşêrê pêşwaz dikim. Nexweşiyên penceşêrê di van demên dawîn de zêde bûne. Sedemên vê jî qirêjiya hawîrdor, atmosfêr, bikaranîna erebeyên mazotê li nava bajêr, cihên paqijkirina petorlê yên li nêzî avahiyan, kêmbûna çavdêriyê li ser xwarinên ku tê de reng hene, çixare û alkholê ye.”

Dr.Danîş Îbrahîm got: “Hin nexweşên penceşêrê yên mîrasî hene, anku ji nifşekî derbasî nifşekî dîtir dibe."

Dr.Danîş Mehmûd Hac Îbrahîm bal kişand ser kedên Desteya Tendirustiyê ya vekirina navendekî tendirustiyê ya tedawîkirina nexweşên penceşêr û got ku pêngavekî baş e û dê xizmeta şêniyên herêmê bike.