Li Kobanê sersaxiya ji bo Salih Muslim dewam dike

Şêniyên bajarê Kobanê di bin konê sersaxiyê ya şehîd Salih Muslim de soza bilindkirina asta têkoşînê da.

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê partiyê Salih Muslim, duh konê sersaxiyê li nêzî Qada Jina Azad a bajarê Kobanê hatibû vedan, îro di roja duyemîn de dewam dike.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên Rêveberiya Kobanê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan berê xwe da bin konê sersaxiyê yê ji bo taziyeya şehîd Salih Muslim hatibû vedan û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Di bin kon de endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahîd Hesen sarsaxî ji malbata şehîd Salih Muslim re xwest û wiha got: "Şehîd Salih Muslim ji bo doza gelê Kurd têkoşîn kir û heta nefesa xwe ya dawiyê di nava têkoşînê de bû. Şehîd Salih hem mamoste, têkoşer, hem siyasetmedarî bi navê gelê Kurd û doza gelê Kurd ji bo xwegihandina statuyekî siyasî têkoşîneke bê hempa da maşandin."

Cahîd Hesen da zanîn ku ew hem wek şagirtekî rêheval Salih Muslim û li hemberî malbata şehîd Salih Muslim soza xwe ji bo doza azadiya gelê Kurd nû kir û wiha got: "Em soz didin ku em ê asta têkoşînê bilind bikin û xewn û xeyalên şehîdan ta azadiyê pêk bînin."

Hevserokê Meclîsa Bajarê Kobanê Gêlo Hisên axivî û wiha got: "Bi rastî kesayetekî wek bavê Welat mirov behsa wî bike, ziman lal dibe. Ji ber ku bavê Welat ji bo doza gelê Kurd tu kêliyê ranewastiya û têkoşîneke bê hempa da meşandin. Em jî soza didin şehîd Salih Muslim em ê xwedî li mîrasa wî derkevin û şopdarên wêya wî bin."

Di bin kon de dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.