Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Li Kobanê bi hezaran kes şervanên QSD, YPG,YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di dîrokên cuda de şehîd bûn li Şehîdgeha Şehîd Dîcle veşartin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û ên sivîl, rêxistinên jinan, cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Qehreman Kobanê (Dijwar Şêxo), di 17`ê Çileya 2026`an li Meskenê, Berxwedan (Ednan Mislim) di 17`ê Çileya 2026`an li Meskenê, (Elî Keçel) di 30 Nîsana 2026`an li Til Beyder, şervanên YPG`ê Rêjber (Ibrahîm Hindawî) di 17`ê Çileya 2026`an li Hesekê, Zîlan Çiya (Zîn Oso) di 20`ê Nîsana 2026`an li Dêrîk, Ehmed Ebdî ku di 28`ê Nîsana 2026`an li Kobanê û endamê Gumrika Giştî Elî (Elî Mislim) ku di 20`ê Çileya 2026`an li Sirînê şehîd bûbûn, îro bi merasîmeke bi heybet li Şehîdgeha Şehîd Dicle hatin veşartin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre hevseroka Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) a bajarê Kobanê Bêrîva Ismaîl sersaxî ji malbata şehîdan  re xwest û got: "Em bi şehîdan serbilind in, ji ber ku şehîdan ji bo parastina axa xwe û gelên xwe heta kêliya dawiyê têkokşiyan û şehîd bûn. Her şehîdekî bi berxwedan û têkoşîna xwe destanek nivîsand. Divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin, hata serkeftinê."

Endamê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mehmûd Dêmo jî axivî û got: "Şervanan her tim hemberî dijmin berxwedaneke bê hempa kirin. Em jî wek Meclîsa Leşkerî soz didin ku em ê şopdarê rêya wan bin û xewn û xeyalên wan pêk bînin. Şehîdên me xeta sor in em ê xwedî li mîrasa wan derkevin û xwîna wan li erdê nehêlin. Ji ber ku her şehîdekî bi xwîna xwe destanek nivîsand û bû cangoriyê azadiyê."

Piştî axaftinan belgenameyeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.