Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan

Li Hesekê agirê Newrozê hate dadan û ji bo xurtkirina azadiyê peyam hate dayin.

Meclisa Bajarê Hesekê îro çalakiya pêxistina agirê Newrozê, li dar xist. Endamên meclisê, nûnerên partiyên siyasî û tevgerên civakî, her wiha rayedarên hikûmeta demkî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê meclisa bajêr Farûq Tozo axivî û diyar kir ku Newroz destpêkek nû, ji nû ve jidayikbûna jiyanê û bidawîkirina neheqiyê ye. Tozo bal kişand ser sembolîzma Newrozê ya dîrokî ji bo gelê Kurd û têkoşîna berdewam a ji bo domandina agirê Newrozê .

Tozo diyar kir ku pîrozkirina Newrozê tê wateya xurtkirina nirxên azadî û nûjenkirinê û girêdana wan a bi nasnameya wan a çandî û yekitiya civakî nîşan dide.

Piştî axaftinê agirê Newrozê dadan. Çalakiyên pîrozbahiya Newrozê dê heta 21`ê Adarê dewam bikin.