Li Helebê cenazeyên 2 şehîdan hat veşartin, şehîdek hat bibîranîn

Gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmeke heybet cenazeyên şehîd Nûcan Gabar û Întîqam Qendîl li pakrewangeha şehîdan veşartin. Di merasîmê de gerîlayê HPG’ê Dijwar Nûrheq hate bibîranîn.

Gelê taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê, koçberên Efrînê cenazeyê şervana YPJˊê Nûcan Gabar (Yara Mistefa) ku di 13ˊê Çileya 2025ˊan de şehîd bûbû û şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Intîqam Qendîl (Ebdunûr Ekrem Îsa) yê ku di 4ˊê Cotmeha 2025ˊan de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê veşartin.

Her wiha gerîlayê HPGˊê Dijwar Norhaq (Hisên Nebhan) ê ku di 24ˊê Tebaxa 2024ˊan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Karwana şehîdan ji pêş Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê bi rê ket û li kolanên sereke yê bajêr geriya.

Li pakrewangehê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreneke leşkerî pêşkêş kir.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Medya Efrîn axivî û amaje bi têkoşîna ku Rêber Apo li girava Îmraliyê raber dike, kir û got, "Di qonaxeke cîhan nava şer û xwînê de ye, Rêber Apo hewl dide cîhanê veguherîne aştiyê û civakeke demokratîk ava bike."

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hemze Heleb jî li ser şehîdan got: "Bê dudilî û bi rihê hevrêtiyê û fedakariyê şehîdan berdêlên giran di oxira nasnameyê û îsbatkirina hebûnê de dan û bi saya wan em bûn hêz û biryarên xwe pêk tînin.”

Dûre endama Meclisa Malbatên şehîdan Zelûh Şêx Qember wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Dûre bi tilîliyên dayikan cenazeyên Întîqam û Nucan hatin veşartin.