Li Girê Spî gefên dewleta Tirk tê nîqaşkirin

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, di komxebata eşîrên Firatê de axivî û got: “Niha em dîrokekî nû ku xizmetê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bike dinivîsin.”

Dîwana komxebatê ji seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, berdevkê PYD`ê Salih Muslim, Şêx Samir Hecal El-Tirkî şêxê eşîra Sebxe, şêx Hesen El-Bîrîc şêxê eşîra El-Bîrîc, şêx Kerîm Ziîtir şêxê eşîra Ecîl û şêx Cemîl Mehmûd El-Hefel şêxê eşîra El-Egîdat pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, cîgirê hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û  got: "Berpirsyariyekî netewî dikeve ser milê hemû şêx û nûnerên eşîran. Divê rola xwe ya sereke di vê pêvajoya ku herêm têra derbas dibe de, bilîzin."

'EŞÎRÊN LI HERÊMÊ DIVÊ ROL Û MÎSYONA NETEWÎ BILEYZIN'

El-Ebid wiha domand: "Em ji gelê Sûriyê û azadîxwazên cîhanê re dibêjin ku timayên Tirkiyê ji îro ve dest pê nekirine, armanca wê ew e Osmaniyan vejîne. Dîrok bi bîr dixe ku Osmaniyan zilm li ser gelan daye meşandin. Gelo  AKP behsa kîjan edaletê dike.  Niha li Efrînê hemû cureyên talankirin û kiryarên bê mirovî têne kirin. Lidarketina komxebata taybet bi eşîrên Firatê helwesta giştî ya ku tevahiya rêbazên dagirkerî ku AKP armanc dike red dike."

El-Ebid teqez kir ku ev komxebat ji bo danasîna helwestên eşîr û şêniyên Firatê hember gefên Tirkiyê ye, sekinandina wan bi yekrêzî û kombûna wan li dora hêzên xwe yên leşkerî QSD`ê ye û wiha pêde çû: "Me li şûna cîhanê şerê terorê kir. Îro em isbat dikin ku ev xak dê ji terorîstan pak bimîne."

'YEKÎTIYA SÛRIYEYÊ WÊ ÇARESERIYÊ BÎNE'

Paşê seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed behsa rewşê kir û wiha got: "Sûriye bûye qada şerê di navbera hêzên cîhanê de. Tiştê ku niha li qada Sûriyê rû dide, bi awayekî yekser li hêzên cîhanî dike. Em dibînin ku destwerdanên derve aloziya Sûriyê kûrtir dikin. Eger Rejîmê gavên nû ji bo çareseriya aloziya Sûriyê biavêje, wê hêzên derve nikarîbûna mudexeleya Sûriyê bikirina ."

Îlham destnîşan kir ku hevsengî û hevpeymana hundirîn dê çareseriya aloziya Sûriyê bike û wiha pê de çû: "Divê hevsengî ser stratejiya demokratîk ji bo çareseriya wê çêbibe, derktina DAIŞ`ê û komên din ji ber ne hevsengiya hundirîn û destwerdana derve çêbû. Em niha zivirînek dîrokî nû xêz dikin bi şêwazekê ku xizmeta aloziya Sûriyê bike. Em lihevkirinên navdewletî li Idlibê dibînin. Tirkiye îdia dike ku ew ê piştgiriya gelê Sûriyê bike  û ew ê desteka hêza çekdar bike da ku şerê Rejîmê bikin. Hemû civînên Astanayê dizanin, hemû li ser radestkirina herêman ji Rejîmê re erêkirin."

Derbarê destûra nû ya Sûriyê de, Îlham Ehmed wiha got: "Ne pêkane ku were bawerkirin ku yek ji wan hêzên ku ji bo danîna plana destûrê hatine pêşkêş kirin nûnertiya gelê Sûriyê bike.  Ji ber di nav wan de tu  hêzek  ji bo berjewendiya gelê Sûriyê naxebite. Komên Rejîmê û opozisyonê ji bo xizmeta gelê Sûriyê ti civîn lidar nexistin.  Aloziyek daîm di navbera wan de heye."

Îlham Ehmed wiha domand: "Eger kes êrîşî me neke, em êrîşî kesî nakin. Divê hemû cîhan hêzên me bibîne, meclisên leşkerî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûn, dê berpirsyariya parastina ewlehiya sînorê me bikin. Em ê diyalog û danûstandinên bi Şamê re dewam bikin heta ku em bigihêjin aramiya herêmê. Armanca me ya sereke parastina vê herêmê û vegerandina Efrînê ye."

'EM Ê TU CARAN DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ QEBÛL NEKIN'

Piştî dawîkirina nirxandiha rewşa siyasî, derî li pêşiya beşdaran hate vekirin da ku nerînên xwe yên derbarê plana ewlehiya sînor bi Tirkiyê de. Her wiha beşdaran destwerdana Tirkiyê ji xaka wan re red kirin û diyar kirin ku divê biratiya gelan û jiyana hevbeş bê xurt kirin. Beşdaran gotin ew li dijî ne ku kesên derve fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de çêbike.

Ji bo bersivdayîna beşdaran, berdevkê PYD`ê Salih Mûslim wiha got: "Ji bo parastina ewlehiya herêmên me, me ji berê de ramanê makanîzmeya paratina sînor li ser aliyên navneteweyî pêşinyar kir, da ku gefên Tirkiyê yên li ser gelê me bên rawestandin."

Tê payîn ku komxebat bi daxuyaniyekê bidawî bibe.