Li Efrînê welatiyek hate qetilkirin

Li Efrînê welatiyekî 65 salî bi çekê hate qetilkirin.

Li Efrîn a dagirkirî Şukrî Ehmed Oso (65) bi çekê hate qetilkirin.

Şukrî Ehmed Oso  ji gundê Keferzîtayê ye, duh êvarî dema bi terektora xwe ya çandiniyê ji kargeha guvaştina zeytûnan vedigeriya, li ser rêya gundên Firêriyê-Kefezîtay ji aliyê çekdaran ve hat gulebarankirin û birîndar bû

Oso ji bo nexweşxaneya Cindirêsê hat veguhestin, lê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.