Li dijî 3 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalaki

QSD’ê ragihand ku li bejahiya Til Temirê li dijî 3 baregehên artêşa Tirk a dagirker çalaki li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di çarçoveya bersivdana êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker hedef girtine.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoveya parastina rewa de û bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hêzên me di 17.10.2023′yan çalakî li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li gundên Erbeîn, Aliya û Menacîr ên gundewarên Til Temirê kirin. Hêzên me yekser leşkerên dijmin hedef girtin."