Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Li Bendava Tişrînê agirê Newrozê hat vêxistin

Li Bendava Tişrînê ya ku 72 roj in ji bo parastina bendevê, parastina destkeftiyên xwe û piştgiriya QSD’ê kom bi kom nobetê digirin, agirê Newrozê hat vêxistin.

CEJNA NEWROZÊ

Ji 8'ê Çileyê ve şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendeva Tişrînê, parastina destkeftiyên xwe û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û parêzvanên xwe, kom bi kom li Bendava Tişrînê nobetê digirin.

Li Bendava Tişrînê çalakgeran agirê Newrozê, di nava coş û berxwedana li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, vêxistin.

Çalakgeran agir vêxist û li dora agir govend gerandin.