Li Şamê parlementerê berê hat revandin
Li gundewarê Şamê komek çekdarên rûgirtî bijîşkek ku berê parlamenter bû, revand.
Li gundewarê Şamê komek çekdarên rûgirtî bijîşkek ku berê parlamenter bû, revand.
Li gundê Dêrelî yê gundewarê başûr ê Şamê çekdarên rûgirtî bijîşk- parlamenterê rejîma berê Hemze Şahîn ku ji taîfeya Durzî ye, ji pêşiya klînîka wî ya li nêzî mala wî revand.
Der barê sedemên revandinê û cihê ku Şahîn ji bo wî hatiye birin de, tu agahî nehatine zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev di demekê de pêk tê ku rewşa bêaramiyê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, sûcên revandinê ji bo pereyan û rewşên kuştinê, zêde bûne.