Li Şamê çekdarên nenas kesekî qetilkirin
Li gundewarê Şamê du kesên bi çek, bavê sê zarokan qetil kirin.
Li gundewarê Şamê du kesên bi çek, bavê sê zarokan qetil kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li navçeya Xizlaniyê ya herêma Xûta Şerqiye ya gundewarê Şamê 2 çekdarên nenas gule li welatiyekî ji taîfeya Şîî yê ku bi xwe bavê 3 zarokan e, barandin. Di encamê de welatî hat qetilkirin.
Ev di demekê de ye ku sûc û binpêkirinên revandin û kuştinê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûne, bêyî ku tu bertekên cidî ji aliyê hikumeta veguhêz ve werin nîşandan, pêk tên.
SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka 2025'an ve hezar û 121 kes di encama sûcên întîqamî de hatine kuştin, ji wan hezar û 59 zilam, 40 jin û 22 zarok in.