Li Îdlîbê koalîsyona navneteweyî êrîşeke hewayî kir
Hate ragihandin ku balefirên şer ên koalîsyona navneteweyî li bakurê Îdlîbê êrîşeke hewayî li dar xistine.
Hate ragihandin ku balefirên şer ên koalîsyona navneteweyî li bakurê Îdlîbê êrîşeke hewayî li dar xistine.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin îro di danê nîvro de biryargehên hêzên Hûrras el Dîn û Ensar El Tevhîd ên girêdayî El Kaîdeyê îro bûne hedefa balefirên şer ên koalîsyona navneteweyî. Hate diyarkirin ku di êrîşê de gelek endamên El Kaîdeyê hatine kuştin.
Di heman demê de li Îdlîb û Maret Nîsrînê bi fuzeyan li şeş cihan hatiye xistin.