Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû

Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a 3’yemîn li bajarê Rimelanê hate lidarxistin, bi hilbijartina meclîsa nû û diyarkirina plansaziyên serdema pêş bi dawî bû.

Bi dirûşma "Bi rihê şehîdên azadiyê demokrasî û aştiyê mayînde bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” Konferansa Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a 3ˊyemîn dest pê kir. Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê bi beşdariya nêzî 400 delegeyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, YPJˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Kongra Star hat organîzekirin.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hemû, bi navê Kongra Star Gulistan Gulo û bi navê YPJ’ê fermandar Kurdistan Koçer axivîn. Di axaftinan de îşaret bi rola pêşeng a jinan a di domandina rêya şehîdan, belavkirina nirxên azadî û wekheviyê de hat kirin. Her wiha behsa keda şehîdan di parastina herêmê û têkbirina terorê de hat kirin.

Endama Kongra Star Elîf Hemo jî rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û guhertinên li herêma Rojhilata Navîn şîrove kirin.

Di konferansê de yek ji berxwedêrên 30 salî di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de maye, têkoşer Hacer axivî. Hacer rêxistina jinan û rola wan a pêşengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got: "Ev ji bo tevahî cîhanê cihê serbilindiyê ye. Em hêza xwe ji fikra rêber Abdullah Ocalan û lehengiyên şehîdên xwe werdigirin."

Di konferansê de sînevîzyonek li ser xebatên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a 2 salan hat pêşkêşkirin, rapora salê hat xwendin.

Dûre deriyê nîqaşê vebû, pêşniyarên ji bo xebatên salên bê hatin kirin, rêzikname hat xwendin û nîqaşkirin.

Konferans bi hilbijartina meclisekê ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêa, guhertina hin bendên rêziknameyê, pêşniyarên ji bo plansaziya xebatên bê, bi dawî bû.

Di dawiyê de diruşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.