Komên çekdar ên rûgirtî êrîşî gundên Tertûsê kirin

Çekdarên rûgirtî, li gundên gundên Sehil Ekar ê Tertûsê bi motorsilklêt û erebeyên bêplake bi ser malên welatiyan de girtin û bê serûber gule li welatiyan reşandin.

Li gundên Sehil Ekar ê Tertûsê, piştî êrîşên çekdarên rûgirtî di çend rojên borî de pêk anîne, rageşiyeke ewlehiyê derket.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ku agahî dane Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), komeke çekdarên nenas ku li motorsiklêt û erebeyên bê numre siwar bûbûn, bi ser gundên Semekê, Dekîkê, Ziyade, El Mintar û Sefsafe de girtin. Çekdar bêserûber gule li malan reşandin, li hin şêniyan da, mal û milkên wan dizîn.

SOHRˊê da zanîn ku heta niha tu deswerdaneke ewlehî ya fermî ji bo vehewandine bûyerê çênebûye, şênî di rewşeke fikar û tirsa nûbûna êrîşan dijîn.

Ev rageşî, piştî çend rojan ji bûyera ku li gundewarê Tertûsê çêbûye pêk hat. SOHRˊê di 21ˊê Cotmehê (2025) belge kiribû ku mezarê Şêx Mihemed Basinorî yê li gundê Morid ê bajarê Banyasê bi bomebeyan hat êrîşkirin. Di encamê de mezar şewitî û bi temamî hat xerakirin.

Xelkê taîfeya Elewî li hember vê bûyerê hêrsa xwe nîşan da û komên çekdar ku ji derveyî herêmê ne tawanbar kiribû.