Jinên ciwan pêşbirkeke bezê û bisêklêtan lidar xist
Li Kobanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan pêşbirkeke bezê û bisêklêtan hate lidarxistin.
Li Kobanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan pêşbirkeke bezê û bisêklêtan hate lidarxistin.
Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Kobanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de pêşbirkeke bezê û maratona bisîklêtan lidar xistin.
Bi dehan jinên ciwan tevlî pêşbirkê bûn ku ji Qada Saetê destpê kir û li Qada Jina Azad bi dawî bû.
Di dawiya pêşbirkê de jinên serkeftî hatin xelatkirin û dirûşmên " Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.