Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist û bûyerên di rojevê de nirxand.
Ayşegul Dogan diyar kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de danûstandinên girîng têne kirin û işaret bi hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re kir.
Ayşegul Dogan serdanên Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş a li partiyên siyasî bi bîr xist ku dewam dikin û got, nirxandinên têkildarî van hevdîtinan dewam dike.
DI ROJÊN PÊŞ DE WÊ PÊŞNÛME BÊ AMADEKIRIN
Ayşegul Dogan Ayşegul Dogan anî ziman ku tê payîn ku beriya meclîs bikeve batlaneyê qanûna çarçoveyî dê were rojevê û wiha pê de çû: “Piştî Komîsyona Edaletê qanûn dê were Lîjneya Giştî ya Meclîsê. Di rojên pêş de jî herî zêde li ser vê biaxivin. Lê heta niha demekê diyar kirî ji me re nehat parve kirin. Her wiha hê îdia hebûn ku Serokê Meclîsê dê bi Serokên Komên Partiyan re bicive lê ji me re agahiyek nehatiye parvekirin. Di pêvajoyê de merhaleyên dîrokî pêk hatin. Qanûna çarçoveyî ji niha şûn ve dê bibe xala bingehîn a pêvajoyê. Ew qanûn nikare bi tena serê xwe çareseriyê bîne. Lê dikare pêşiya çareseriya demokratîk vebike û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê hiqûqî ve mîsoger bike.”
Di nirxandinên xwe de Ayşegul Dogan da zanîn ku pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê xurtkirina demokrasî û hiqûqê ye û wiha axivî: “Qanûna çarçoveyî dikare bibe xala yekêmîn a demokratîkbûyinê û piştî wê jî mijarên weke demokrasiya herêmî û mafê azadiya ramanan e. Ew pêvajo di heman demê de pêvajoya pêkanîna rapora komîsyonê ye. Divê meclîs jî vê yekê bişopîne. Pêşnûme pir tê nîqaşkirin. Dibêjin dê çawa bibe. Lê heta pêşnûme tune be li ser biaxivin dibe ku ew jî ne baş be. Heke em qala vegera welat bikin divê bi wêrek bin û ji vê netirsin û hemû kes jî di vê derbarê de baldar be. Em her tim dibêjin ji tundiyê veguherîna siyaseta demokratîk. Ji bo wê jî bêçekbûn pir girîng e. Divê meclîs jî li ser vê îradeyê nîşan bide û gumanên me jî li ser vê tune ne. Partiya me jî dê li ser vê hewldanên xwe bidomînin.”
Ayşegul Dogan da zanîn ku hevserokên wan ên giştî dê di nava hefteyê de serdana partiyên siyasî bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser merhaleya pêvajo gihiştiyê, hevserokên me dê bi partiyên siyasî re dan û standinan bikin. Ji bo aştiya civakî, qanûna çarçoveyî dê çawa pêk were û divê çi be kirin dê bi partiyên siyasî re dan û standinan bikin. Divê ji bo aştî, wekhevî û azadiyê em hemû berpirsyariyê bigirin û xwedî li pêvajoyê derbikevin.”
Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran a derbarê Partiya Nû ya Ozgur Ozel de jî diyar kir ku partiya nû ji bo muxalefeta Tirkiyeyê bi xêr be û xwest partiya nû ya ji aliyê parlamenterên berê yên CHP’ê xizmeta aştî, demokrasî û wekheviya welat bike.