HRE’yê bîlançoya dagirkeran a 2 mehan eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya du mehan a dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê eşkere kir. HRE’yê got ku, heta Efrîn azad bibe wê têkoşîna wan a li hemberî dagirkeran bidome.

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya du mehan a dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê eşkere kir. HRE’yê got ku, heta Efrîn azad bibe wê têkoşîna wan a li hemberî dagirkeran bidome.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji 20’ê Çileya 2018’an ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi armanca qirkirina vîna azad ya gelê me li Efrîn û heremên Şehbayê nehatine rawestandin û ji ber bêdengiya hêzên cîhanî û saziyên mafê mirovan ên pêwendîdar her ku diçe êrîşên dagirkeriyê zêde dibin û jiyana bi deh hezaran sivîlan dixin xetereyê.

Balkêş e ku ev êrîşên ku zagonên şer ên navdewletî binpê dikin, rasterast malên sivîlan û zeviyên wan dikin armanc, her wiha wargehên ewle yên li heremên Şehbayê ku gelê me yê koçkirî ji Efrînê ji ber terora artêşa dagirker xwe lê bi cih kirine rojane di bin obus, balafirên bêmirov û êrîşên tankên Tirk de ne. Ev jî nîşan dide ku artêşa dagirker di siyaseta qirkirinê de bi israr e û dixwaze ku gelê me ji xaka xwe dûr bikeve.

Di mehên Tebax û Îlonê de mîna mehên beriya wan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê erîşên xwe yên bejahî û topbarana heremê berdewam kirin û bajarên dagirkirî mîna Efrîn, Ezaz û Bab wek barageh ji bo wan êrîşan bi kar anîn.

BÎLANÇOYA MEHÊN TEBAX Û ÎLONÊ

Heremên ku hatin topbarankirin:

- Navçeya Şera: gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa, Kela Şewarixa, Minix, Elqemiyê, Eyn Deqnê.

- Navçeya Şêrawa: gundên Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Başemrê, Birc Qas, Bênê, Gundê Mezin.

- Heremên Şehba: gundên Herbil, Semûqa, bêlûniyê, Şe’alê, Til Zîwan, Til Cîcan, Nêrebiyê, Til Medîq, Şêx îsa Şêx Hîlal û bajarokê Til Rifet.

-Hejmara êrîşan: 76 êrîş. Ji wan 6 êrîşên bi balafirên bêmirov.

- Hejmara obus û guleyên tank û hewan ku di êrîşan de hatiye bikaranîn: 1868 û bi sedan guleyên doçkayê.

Di wan êrîşan de 9 sivîl birîndar bûn, her weha ziyaneke maddî mezin gihîşt mal û zeviyên gundiyan û karê wan ê debara jiyanê asteng kir.

Em Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) careke din soz didin gelê xwe ku êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, dê bê bersiv nemînin û heta rizgarkirina Efrînê û vegera gelê wê li mal û xaka xwe wê têkoşîna me berdewam bike”