Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir

Careke din hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi droneke xwekuj êrişî derdora deriyê Dêr Hafirê kir. Li gorî agahiyên destpêkê tenê zirarên madî çêbûn.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi droneke xwekuj êrîşî derdora deriyê Dêr Hafir ê girêdayê kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Hêzên hikumeta veguhêz berbanga îro jî dîsa êrîşî derdora derî kiribûn.

Êrîşên li derdora deriyê Dêr Hafirê di demekê de tê ku rageşiya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare dibin. Ew êriş bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê ye.

Deriyê Dêr Hafirê nuqteyek stratejîk a ku bajarên Reqa û Helebê bi hev ve girê dide ye. Di mehên borî de gelek caran li dijî herêmê êrîş û topbaran hatin kirin, di encamê de sivîl û şervanên QSDˊê şehîd bûn û di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de birîndarî çêbûn.