Forma Jina Azad bi encamnameyê bi dawî bû
Forma ku dirûşmeya “Jiyana azad û wekhev garantiya avakirina civakeke komunal a demokratîk e” ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a PYD’ê hatibû organîzekirin, bi dawî bû.
Forma ku dirûşmeya “Jiyana azad û wekhev garantiya avakirina civakeke komunal a demokratîk e” ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a PYD’ê hatibû organîzekirin, bi dawî bû.
Bi dirûşma “Jiyana azad û wekhev garantiya avakirina civakeke komunal a demokratik e” Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro foruma xwe ya duyemîn li Hola Semerqend a li taxa Til Hecer a Hesekê lidar xist.
Forum bi encamnameyekê ku ji aliyê hevseroka Mekteba Rêxistinî ya Giştî ya PYD’ê Valantîna Ebdo ve hate xwendin, bi dawî bû.
Di encamnameyê de wiha hate gotin:
- Têkoşîn ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike, ji ber ku ew nûnertiya azadiya hemû gelên ku li edaletê digerin dike.
- Tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna rewşenbîrî, siyasî û rêxistinî li dijî hemû cureyên tundî û cihêkariya li dijî jinan tê kirin, dike.
- Damezrandina têgeha malbateke demokratîk a li ser bingeha evîn, rêz û azadiyê, dûrî xwedîtî û wesayetê.
- Bi hev re xebatkirin da ku rola meclis û komunan wekî stûnên bingehîn ji bo avakirina civakeke demokratîk a exlaqî û siyasî aktîf bikin.
- Bilindkirina hişmendiyê û belavkirina têgeha “jiyana azad û wekhev” di nav hemû beşên civakê û saziyan de ji bo pêşxistina çandeke wekheviyê.
- Lidarxistina komxebatên ji bo jin û mêran bi armanca avakirina malbateke demokratîk wekî gaveke navendî ji bo xurtkirina nirxên civakî.
- Bi rihê berpirsyariya dîrokî hewl dide ku serkeftina destpêşxeriya aştî ya Rêbertî misoger bike.
- Têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalar wek têkoşîneke hevbeş di navbera jin û mêran de ji bo vegerandina hevsengiya xwezayî ya têkiliyên mirovan tê hesibandin.