Di êrîşa çeteyên HTŞ’ê yê li ser Siwêdayê de ciwanek hat qetilkirin

Di êrîşa çeteyên HTŞ’ê yê li ser gundê Mecdel ê Siwêdayê de ciwanekî hat qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, hêzên hikumeta demkî yên li gundê rojavayê Siwêdayê bi cih bûne, bi çekên giran êrîşî bajarokê Mecdel ê bakurê rojavayê Siwêdayê kir, di encamê de ciwanê bi navê Ranî Basil Neîm (30) jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan daxuyand ku 3 kes jî birîndar bûn.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihandibû ku hêzên hikumeta demkî ji vê sibehê heta danê piştî nîvro bi doçka, hawan û dronan êrîşî eniyên rojavayê Siwêdayê kirin.

Fermandariyê bi bîr xistibû ku hêzên hikumetê bi 8 guleyên hawanê yek li nava taxan ket êrişî bajarokê Mecdel kir, komekê jî hewl da bikeve bajarokê Mezreayê. Lê yekîneyên Parêzvanên Niştîmanî bersiv da van êrişan.