Dewreya perwerdeyê ya Hêzên Komando bi dawî bû
Li Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a li Dêrazorê, dewreya perwerdeyê ya şervanên nû yên Hêzên Komando bi dawî bû.
Li Akademiya Şehîd Dilgeş Efrîn a li Dêrazorê, dewreya perwerdeyê ya şervanên nû yên Hêzên Komando bi dawî bû.
Dewreya perwerdeyê ku 53 şervan tev lê bûbûn, bi navê Şehîd Rêdûr Hilinc hate birêxistinkirin.
Di merasîma qedandina dewreya perwerdeyê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Komando beşdar bûn. Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Komando Xelîl Xebat axivî. Xelîl Xebat qedandina dewreyê pîroz kir û rola şervanên QSD’ê ya di pêvajoya heyî de vegot.
Di dawiya merasîmê de şervanên perwerde bi dawî kir, hunerên xwe yên şer pêşkêş kirin.