Dewleta Tirk li Idlibê li ser Rêya M4 û M5’an nuqteyên nû ava dike
Dewleta Tirk li Idlibê li ser rêya M4 û M5’an li navçeya Serakîb nûqeyên nû ava dike.
Dewleta Tirk li Idlibê li ser rêya M4 û M5’an li navçeya Serakîb nûqeyên nû ava dike.
Artêşa Tirk a dagirker piştî ku Maareet El Nûman li Idlibê kete destê rejîma Sûriye û hêzên Rûsyayê û şûnde li cihên rêya M4 û M5’an digihêjin hev anku li Serakîbê nuqteyên nû ava dike.
Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tirk piştî Maaret El Nûman kete destê hêzên rejîma Sûriye û şûnde cihên M4 û M5’an a dikeve Serakîb a dikeve bakur 2 nuqte û li başûr jî 2 nûqteyên nû yên leşkerî ava kir.
Bi peymana Soçî ya Îlona 2018’an a di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de li Idlibê 12 nûqteyên çavdêriyê ya Tirk hatibûn avakirin.
Rejma Sûriye dema Tebaxa 2019^an Han Şeyhûn xiste destê xwe nûqteya çavdêriyê ya dewleta Tirk a Morke ketibû nava dorpêça hêzên rejîmê.
Li aliyê din li gel kontrolkirina Maaret El Nûmanê û dîsa piştî şerê li rojavayê Heleb û nûqteyên çavdêriyê yên li Sûramê û şûnde li herêma Raşidînê jî nûqteyên çavdêriyê ya Tirk ketin dorpêça rejîmê.
Li aliyê din hêzên rejîmê bi desteka hewayî ya Rûsyayê nêzî nûqteyên çavdêriyê ua dewelta Tirk a li herêma Tel Tuqan û Eyn Eysê bûne.
Li ser vê hewldanê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan diyar kir ku Rûsya li gorî peyman Astana û Sûçiyê tev negeriya û gotibû: “Em ê bi xwe navika xwe bibirin”.
Berdevkê Kremlîn Dîmîtry Peskov jî îro daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ew gotinên Erdogan napejirînin.
Erdogan daxuyaniyek îro da û got: “Em xwe ji hewldanên li Idlibê tên kirin re bêdeng nakin. Eger ku hêza leşkerî jî bê xwestin emê vê bikin.”