Dewleta Tirk li Efrînê 20 sivîl revandin
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku Efrîn dagir kirine, di nava du rojên dawî de 20 sivîlên din jî revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku Efrîn dagir kirine, di nava du rojên dawî de 20 sivîlên din jî revandin.
Nayê zanîn ku sivîlên hatine revandin bi ku ve birine û aqûbeta wan çi ye. Ji dema dagirkirina Efrînê ve, çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk sivîlan direvînin da ku li şûna berdana wan pere ji malbatên wan bixwazin.
Çavkaniyan navên çend kesên hatin revandin diyar kirin û navên wan jî wiha ne: Elî Hesen, Xelîl Mihemed, Elî Çelqî, Sefwan Osman, Neçiran Heydo, Rokan Misto, Elî Îbrahîm, Ednan Cencî û Osman Îbrahîm.
DI NAVA DU MEHAN DE ZÊDEYÎ 500 KES HATIN REVANDIN
Di 29'ê Tebaxê de jî li gundê Qestel Xidriya yê navçeya Bilbilê ya Efrînê 5 sivîl hatibûn revandin. Di nava du mehan de herî kêm 500 sivîl li Efrînê hatin revandin.