Dewleta Tirk êrîş bir ser sivîlan: Şehîd û birîndar hene

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Zirganê sivîlek şehîd bû, gelek sivîl jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Harmal û Muharemla yên Zirganê ku li herêma Cizîrê ye, bombe dike.

Li gorî nûçegihanên ANHA'yê, di encama bombardûmanê de sivîlek şehîd bû, gelek sivîl jî birîndar bûn.

Hate ragihandin û êrîş dewam dike.

Dagirkeran doh êvarê jî êrîş biribûn ser gundê El Misterîha yê Eyn Îsayê û 6 jê zarok 12 sivîl qetil kiribûn.