Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li Şehba û Efrînê dike
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete ji serê sibehê ve bombardûmaneke giran li gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û navçeya Til Rifat a Şehbayê dikin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete ji serê sibehê ve bombardûmaneke giran li gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê û navçeya Til Rifat a Şehbayê dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ku van rojên dawî êrişeke giran dibin ser herêmên Şehba û Efrînê, ji ber serê sibehê ve topbaraneke giran li herêmê dikin.
Li gorî dema herêmê saet di 04:30'î de artêşa Tirk tevî komên xwe yên çete dest bi topbaranê kirin.
Êriş li dijî gundên Meranaz, Alqemiyê, Til Ecar, Kefer Antûn, Tinebê, Îrşadiyê, Dêrcmêl, Aqibê, Bênê, Soxanekê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Hîlal, Kefer Neya û Hirblê yên herêmên Til Rifat, Şêrawa, Şera yên Efrînê tê kirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, ji ber bombardûmanê sivîlek şehîd bûye.
Her wiha balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmên Şehba û navçeyên Şêrawa û Şera digerin.