Deriyê Hemamê hate girtin
Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku Deriyê Sînor ê Hemamê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye wê bi temamî bê girtin.
Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku Deriyê Sînor ê Hemamê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye wê bi temamî bê girtin.
Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku deriyê sînor ê Hemamê yê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, ku li gundewarên Helebê ye, ji sibê pê ve bi temamî wê bê girtin.
Di daxuyaniyekê de desteyê diyar kir ku rêwî û bazirganên ku dixwazin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de tev bigerin, dikarin berê xwe bidin deriyên sînor ên Bab El Hewa û Bab El Selame.
Desteyê sedemên fermî yên biryara girtina derî diyar nekirin.