Dagirkeran bombe li Eyn Îsayê barandin

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Dibisê yê Eyn Îsayê barandin.

Li gorî agahiyan, êrişa li ser gundê Dibisê yê li rojavayê Eyn Îsayê li gorî dema herêmî saet di 10:30'î de dest pê kir.

Hate ragihandin ku 4 top li gund ketine. Di dema amadekirina nûçeyê de jî êrişê dewam dikir.

Saet di 08:30'î de jî gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê hatibûn bombekirin.

Herî kêm 14 obus û hawan li nava gundan ketibûn.