Dagirker bombeyan li gundan dibarînin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Gelek gund têne bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê El Heno yê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bombe dike.

Dewleta Tirk gundên Tureman, Aşma û Uwênê yên Kobanê jî bombe dike.

Dewleta Tirk a dagirker derdora Qereqozaxê jî bi rengekî giran bombe dike.

Li herêmê liv û tevgera balafirên bêmirov ên bombebarkirî jî dewam dike.