Bi dronê êrîşî Siwêdayê hat kirin: Sivîl birîndar bûn
Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar kir ku 2 dronên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bajarokê Mecdel hedef girtin, hêzan yek xist xwarê û ya din jî hejmarek mal bombebaran kir.
Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar kir ku 2 dronên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bajarokê Mecdel hedef girtin, hêzan yek xist xwarê û ya din jî hejmarek mal bombebaran kir.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî der barê hedefgirtina hêzên hikumeta demkî ji bajarokê Mecdel re daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên hikumeta Şamê ya terorîst ên li gundewarê rojava bi cih bûne, berêvara îro bajarokê Mecdel 2 caran bi 2 dronan hedef girtin. Hêzan dronek xist xwarê û ya din jî li nêzî malan ket. Bi wê re hin birîndariyên sivik çêbûn. Ev êriş di çarçoveya binpêkirinên rojane yên agirbestê de tên.
Fermandariyê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya parasitna şêniyan ji gefan de bersivê didin her binpêkirinekê.