Bejahiya Siwêdayê hate bombekirin

Herêma li rojavayê bajarê Siwêdayê doh bi şev bi çekên giran hate bombekirin.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz duh derengiya şevê bajarokê Resas ê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Komên tundraw ên girêdayê desthilata terorîst a serdest a Şamê ku  hewl didin istiqrarê xirab bikin û tirsê bixin nava sivîlan, careke din agirbest binpê kir û bi awayekî bê serûber gule ber bi bajarokê Rîsasê ve reşandin.  Ev êriş li rêzebinpêkirinên wê yên sîstematîk zêde dibe. "

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bi rêbazên guncaw bersiva jêdera êrişê dan û wiha hat bidawîkirin "Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ku geşedanên meydanî bi baldarî dişopînin dê bersiva êrişan bidin û ewlehiya xelkê El Cebel û rûmeta wê biparêzin."