Agirê Newrozê li Qamişloyê gur bû

TEV-DEM'ê û Rêveberiya Perwerdeyê ya Qamişloyê agirê Newrozê dadan.

Rêveberiya Dibistanan a bajarê Qamişloyê, bi boneya nêzîkbûna 21'ê Adarê, çalakiyek li dar xist û agirê Newroz dada.

Mamoste û malbatên Şehîdan bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn. Cihê çalakiyê jî bi al û sembolên Kurdî hat xemilandin.

Beriya ku meşaleya Newrozê were pêxistin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê Ubeyd Etê axivî. Ubeyd Etê di axaftina xwe bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a di 21'ê Adarê de û çawa li zulmê rizgar bûn.

Piştre meşaleya Newrozê hat pêxxistin û li ber stranên şoreşgerî û gelêrî yên Kurdî govend hatin gerandin.

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişloyê agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin.