Agirê Newrozê li bajarên Rojava gur dibe

Xelkê bajarên Qamişlo, Hesekê, Çilaxa û Rimêlanê agirê Newrozê vêxistin, govend li ber stranên şoreşgerî gerandin.

Xelkê taxên Xerbî û Enteriyê yên bajarê Qamişlo, bajarokê Kişk ê Çilaxa, taxa Nasira yê bajarê Hesekê û xelkê Rimêlanê alên YPJ, YPG û wêneyên Rêber Apo li qadan xemilandin û agirê Newrozê pêxistin.

Di çalakiyan de xelk û endamnên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên mirovî bi cil û bergên Kurd amade bûn.

Şêniyan li ber stranên şoreşger û li dora agir dîlan û govend gerandin.

Di şahiya li Hesekê de welatî Besam Xilo li ser navê xelkê bajêr hatina cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir û got ev roj berhema berxwedana û fedakariyên mezin e.

Xilo şehîdên ku di oxira gelê Kurd bi rûmet bijîn de ku canê xwe daye bi bîr anîn.