Şervanên QSD’ê êrîşa li Şergiratê vala derxist

Şervanên QSD’ê êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Şelgirat a Eyn Îsa vala derxist.

Şervanên QSD’ê êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Şelgiratê ya dixwestin rêya M4 bixin destê xwe têk birin. Di berxwedana şervanan a li gund de komek çete hatin kuştin, yên man jî neçar man ku birevin.

Li aliyê din di saetên şevê de balafirên şer li cebilxaneya çeteyên Tirk a li gundê Koremazî ya Eyn Îsayê bombe kir. Di bomberdûmanê de depoya cebilxaneyê ya çeteêyên Tirk bi temamî teqiya.