BI DÎMEN

Şervanên azadiyê: Em ê parastina xaka xwe bidomînin

Şervanên azadiyê yên li xeta berxwedanê, destnîşan kirin ku ew ê li dijî êrîşên li ser gelê herêmê di her şert û mercî de berxwedanê bidomînin û xaka xwe biparêzin.

ŞERVANÊN AZADIYÊ

Li Rojavayê Kurdistanê gel li dijî xeterî û gefên zêde dibin, parastina tax û bajarên xwe didomîne, şervanên azadiyê jî li eniyên berxwedanê ne.

Şervanên azadiyê yên li xeta berxwedanê destnîşan kirin ku ew li dijî êrîşên muhtemel her kêlî amade ne û ev peyam dan:

“Em amada ne li dijî her cure êrîşa li hemberî gelê xwe, bisekinin. Em soz didin malbatên xwe yên yên şehîdan, em ê hesabê şehîdên xwe bipirsin. Heta ku yek dilop xwîn dimîne di bedena me de, em ê vê xakê biparêzin û ji ti kesê re nehêlin. Em ê bi şîara ‘berxwedan jiyan e’, heta ku bîranîn û têkoşîna şehîdên me encam digire dest ji vê dozê bernadin.”

Şervanan di dawî de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.