Şêniyên Dirbêsiyê 68 şehîd bibîranîn

Şêniyên Dirbêsiyê 68 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de li dever û demên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê îro 68 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de şehîd bûne, bi bîr anîn. 

Merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên sazî û meclisên sivîl û şêniyên herêmê hate lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb axivî û destnîşan kir ku şehîdan ji bo azadî û rûmeta civakê canê xwe feda kiriye. Xetîb diyar kir ku ewlehî û aramiya herêmê bi saya fedakariyên şehîdan e û banga berdewamkirina têkoşînê li ser rêya şehîdan û parastina nirxên wan kir.

Ji fermandarên QSD'ê Berxwedan Amûdê jî axivî û diyar kir ku hêzan wan dê doza şehîdan û  regezên ku wan jiyana xwe ji bo wan feda kiriye, bişpoînin.

Merasîm bi nîşandana sînevîzyoneke der barê jiyan û fedakariyên şehîdan de bi dawî bû.