Şehîdê Berxwedana Rûmetê li Hesekê hate veşartin
Şervanê QSD’ê Seîd El Mîşal (Îhab Hesekê) li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hate veşartin.
Şervanê QSD’ê Seîd El Mîşal (Îhab Hesekê) li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hate veşartin.
Şêniyan cenazeyê şervanê QSD`ê Seîd El-Mişal ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ya bajarê Hesekê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve dest pê kir. Paşê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewa Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Rewa got “Şehîd ji bo parastina rûmetê û xaka welatê xwe canê xwe feda dikin.”
Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehemed ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.