BI DÎMEN

Şandeyek ji Rêveberiya Kobanê li Helebê ye

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê bi şandeya Parêzgeha Helebê re dosyeya vegera koçberan, rewşa ewlehiyê û rakirina dorpêça li ser Kobanê nîqaş kir. 

Şandeya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê niha li avahiya parêzgeha Helebê bi şandeya parêzgeha Helebê dicivê.

Şandeya Rêveberiya Kobanê Ferhan Hac Îsa, nûnerên Rêxistinan ên Kobanê û rûsipiyên êlên pêkhateya ereb pêk tê. Şandeya parêzgeha Helebê jî ji Fermandarê Ewlehiya Hundirîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê parêzgeha Helebê Elî Henûre û rêveberên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pêk tê.

Her du şande wê di çarçevê lihevkirina di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi taybet bendên girêdayî Kobanê, vegera koçberan, danûstandina Hêzên Ewlehiya Hundirîn (ASAYÎŞ) û Hêzên Ewlehiyên ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bihevre û rêbazên rakirina dorpêçê li ser bajarê Kobanê, nîqaş bikin.

Şandeya Rêveberiya Kobanê piştî civînên di navbera her du aliyan li Kobanê çêbûn, serdana Helebê kirin.