BI DÎMEN

Şandeya Bakur: Em ê heta Salih Muslim bişopînin

Şandeya Bakurê Kurdistanê ku niha li bajarê Kobanê ye, dê sibe tevlî merasîma cenazeyê yê Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Salih Muslim de bin. Şandeyê diyar kir ku ew ê xeya şehîd Salih Muslim bidomînin.

Îro şandeyek ji DEM partî û parlementerên wê û TJA`ê ji bo amadebûna oxirkirina cenazeyê Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Salih Muslim de, gihiştin bajarê Kobanê û li navenda Rêveberiya Xweser ya bajarê Kobanê hatin pêşwazîkirin.

Hevberdevka inisiyatifa Yekîtiya Demokratik Gulcan Kaçmaz Sayyiğit daxuyanî da û got  ku ew dê li ser riya Salih Muslim bin û heta dawiyê jî xwedî li mîrateya wî derbikevin.

Gulcan anî ziman ku ew dê xeta şehîd Salih Muslim bişopînin û got: “ Bavê Welat kesê dilnizm, dildarê ax û ziman û çanda xwe, şehîd bû. Em jî weke şande em li ser axa pîroz in î ji bo em di merasîma şehîd de amade bin.”