Êrişên dagirkeriyê yên li dijî gundên Efrîn û Girê Spî

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişên li dijî gundên Bîrketik û Kopirlik ên Girê Spî êrişî gundê Selîbê dikin. Bombardûmaneke giran jî li gundên Merenaz û El Qamiyê yê navçeya Şera ya Efrînê dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişên li dijî gundên Bîrketik û Kopirlik ên Girê Spî êrişî gundê Selîbê dikin. 

li gundê Kopirlikê hêzên rejîma Sûriyeyê bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Şerê li herêmê dewam dike.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ GUNDÊN ŞERAYEÊ

Dagirker her wiha bombardûmanê li gundên Merenaz û El Qamiyê yên navçeya Şera ya Efrînê dikin.