Çeteyan li Siqêlbiyê yê Hemayê êrîşê gel kirin

Komek çekdarên ji gundewarê bajarê Siqêlbiyê yê Hemayê ku piranî şêniyên wê Xiristiyan in derbasî taxan bûn, êrişî welatiyan kir û agirbazî avêtin.

Hate ragihandin ku komeke çekdarî derbas bajarê Siqêlbiyê yê gundewarê parêzgeha Hemayê bûn, êrişî hejmarek keç û xortan kir, pevçûn derket, çekdaran gefên avêtina bombeyan xwarin.

Li gorî agahiyê hatin bidestxistin, piştî bûyerê hejmarek din a çekdaran ji gundên derdorê ketin bajêr, li gelek taxan dengê avêtina guleyan hat bihîstin. Hejmarek qehwexane û kafetirya hatin şikandin, êrişî keç û xortan hatin kirin.

Li hember vê bûyerê, hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî nikarin destwerdanê bikin, binpêkirinan rawestînin û aramiyê li bajêr vegerînin.