Çeteyan li Kobanê 2 ciwanên Kurd revandin

Li gundê Korikê ya girêdayî Kobanê 2 ciwanên Kurd ku navên wan Casim Neqşî Ibrahîm û Mervan Mihemed Mehmûd, ji aliyê çeteyên HTŞ û dewleta Tirk ve bi êşkenceyê hatin girtin.

Îro saet 14:00’an de li gundê Korikê ya girêdayî Kobanê 2 ciwanên Kurd ku navên wan Casim Neqşî Ibrahîm û Mervan Mihemed Mehmûd ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ û dewleta Tirk ve bi êşkenceya hatin girtin.

Hate ragihandin ku 2 ciwanên Kurd ji bo nan û xwarin bikirin ji gûndê Korikê ya girêdayî Kobanê derdikevin ber bi gûndê Zinarê Kurdan ve diçin û li vir rastî çeteyên girêdayî HTŞ û dewleta Tirk ve  tên. Çeteyan telefonên her du ciwanên Kurd digirin û wan bi lêdanê êşkence dikin. Her wiha hate diyarkirin ku her du ciwanên Kurd ji aliyê çeteyan ve hatin girtin û wan ber bi Girê Spiyê ve birin.