2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku şervanên wan Hesen Şedadê û El Heyebî li Dêrazorê şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Şerevanekî me dema bersiva êrişa şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê dida, bombeyek bi erebeya wî ve teqiya û şehîd bû. Şervanekî din dema li ser karê xwe bû di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû.

Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahiya şehîdên me sax be. Her şehadetek biryardariya me ya bilindkirina ala berxwedan û têkoşînê zêdetir dike."

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hesen Şedadê

Nav û paşnav: Hesen El Nasir

Navê dayikê: Nûra El Hesen

Navê bav: Hemed

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Mihêmîda. Bersivdayîna şaneyên DAIŞ’ê- 20’ê Cotmeha 2025’an

****

 

Nasnav: El Heyebî

Nav û paşnav: Mihemed Illêwî

Navê dayikê: Bedriya Xedîr

Navê bav: Salih

Cihê jidayikbûnê: Hesekê-Taban

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Mihêmîda-Qezaya perwerdeyê- 20’ê Cotmeha 2025’an.