2 girtiyên ku piştî 30 salan hatin berdan, li Şêxmeqaûdê bi coş hatin pêşwazîkirin

Mihemed Emîn Îsmaîl û Lemya Osê ku 30 sal di zindanên dewleta Tirk de hatin girtin, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji aliyê sedan kesî ve bi tilîlî î, def û zirneyê hatin pêşwazîkirin.

Îro, 2 têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê Mihemed Emîn Îsmaîl (51) û Lemya Osê (53), piştî ji girîtgehên dewleta Tirk a dagirker hatin berdan, gihîştin taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê.

Ji bo keda wan a aslan di girtîgehên dagirkeriya Tirk de û girêdana wan bi dozê di şert û mercên dijwar de, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her du têkoşer bi kulîlkan pêşwazî kirin.

Di pêşwazîkirinê de agirbazî hatin avêtin, dayikan tilîlî kir, li def û zirneyê hat dayîn.

Têkoşer Mihemed Emîn Îsmaîl di têkoşîna xwe ya li Qarsê ya Bakurê Kurdistanê de di 1994ˊan de, ji hêla artêşa Tirk a dagirker hatibû girtin û têkoşîn Lemya Osê jî li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di 1994ˊan de hatibû girtin.

Her du têkoşeran di nava girseyê de axivîn, silavên girtiyan ji wan re anîn û diyar kirin ku pêwîstî bi hembêzkirina destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê, yên bi saya fedakariyên şehîdan, fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hatine, heye.