ROJANE
Hemû Nûçe
-
Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da
Endama Grûp Yorûm Helîn Bolek a di rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da. -
Enflasyon bû 11.86 ji sedî
Buhayê mezêxer di meha Adarê de bilind bû û enflasyona salane bû 11.86 ji sedî. Zêdebûna salane ya buhayên hilberîneran jî bû 8.50 ji sedî. -
ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Nîsana 2020'an. -
Li Tirkiye di nava 24 saetan de 79 kes mirin
Li gorî bilançoya 24 saetan a hikumeta Tirk ya di derbarê şewba Covîd-19 de 2 hezar û 456 kesên bi koronavîrûsê ketine tesbît kirin û 79 kesan jiyan xwe ji dest dane. -
KCDK-E ji bo 4’ê Nîsanê dest bi kampanyayekê dike
KCDK-E bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah calan dest bi kampanyayekê dike û bang kir ku her kes tevlî bibe. -
Bîlançoya çalakiyên yekîneyên Tolhildanê
Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyên di meha Adarê de eşkere kir û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê geştir bikin. -
Yekîneya Tolhildanê li avahiya AKP'iyan çalakî kir
Yekîneya Tolhildanê li avahiya AKP'iyan çalakiyek kir û diyar kir, "Heta ku tecrîd bidome wê çalakiyên me dijwartir bibin." -
PJAK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir
PJAK'ê bang li gelê Kurd kir ku li ber malên xwe daran biçînin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan pîroz bikin. -
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê derbasî weşana dîjîtal bû
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ji bo demekê navber da çapkirinê û derbasî weşana dîjîtal bû. -
Katircioglû: Desthilatdarî bi vîrusê re têk çû
Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku desthilatdarî pareke mezin a budçeya xwe dide şer û bi koronavîrusê re têk çûye. -
TJK-E'yê rojbûna Ocalan pîroz kir
TJK-E'yê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir, "4'ê Nîsanê di heman demê de vejîna jinan e." -
Hejmara Nîsanê ya kovara Stêrka Ciwan hate weşandin
Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan ku li Ewropayê tê weşandin, hejmara 203'an ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê hate weşandin. -
Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê ji bo şidandina tevdîran bang kir
Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê diyar kir, "Bi tevdîrên kêm û xemsar, nabe ku em xwe û civaka xwe li hemberî vîrûsa kujer bêparastin bihêlin" û destnîşan kir ku divê vîrûs biçûk neyê dîtin. -
ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Nîsana 2020'an. -
Li Tirkiyê hejmara miriyan gehişte 277 kesan
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19 di nava 24 saetên dawî de 63 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Beştaş: Paketa înfazê ya AKP’ê wê rê li ber qetlîaman veke
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî sererastkirina desthilatê da û got: “Paketa înfazê tê wateya îmzekirina qetlîaman. Li hundir her kêlî dibe her kes bi vîrûsa koronayê bikeve. -
Xebatên KCDK-E ya li dijî vîrûsa Korona didome
Xebatên KCDK-E ya parastina civakê ya li dijî vîrûsa Koronayê bê navber dewam dike. KCDK-E li ser tevnên civakî jî xebatên agahdarkirinê dewam dike. -
Hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihişte 900 hezarî-NÛ BÛ
Li tevahî cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine gihişte 900 hezar kesî. -
Li dijî zagona înfazê daxuyaniyeke hevpar: Dibe ku sibe dereng be
Bi sedan kesên ku rojnameger, nivîskar, hunermend, akademisyen, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan jî tê de li dijî zagona înfazê daxuyaniyeke hevpar weşandin û gotin “Dibe ku sibe dereng be.” -
Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê xistin karantînayê
Girtiyê bi navê Mûstafa Geylanî yê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê de ye, di telefonê de ji malbata xwe re diyar kir ku li girtîgehê koronavîrus hatiye tespîtkirin û girtîgeh ketiye karantînayê. -
Yekîneyên Tolhildanê avahiya şirketa AKP’î şewitandin
Yekîneyên Tolhildanê agir berda avahiyeke şirketê ya li Stenbolê ku hevkarê desthilatê ye. Yekîneyê got: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê agirê me we bişewitîne.” -
Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê hate avakirin
Saziyên ji Tirkiye û Kurdistanê li dijî Covîd-19’ê Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê ava kirin. -
Adarê 29 jin hatin kuştin
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku Adarê 29 jin hatine kuştin. -
HDP: Qanûn divê ji bo her kesî be
Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya HDP'ê diyar kir ku kedkarên tenduristiyê yên bi biryarnameyê ji kar hatine derxistin li kar bên vegerandin û qanûna ji bo kêmkirina ceza tê derxistin, ji bo her kesî be. -
KESK: Polîtîkayên desthilatdariyê ji şewbê re çare nîne
KESK'ê diyar kir ku şewba vîrûsa koronayê herî zêde bandorê li kesên xizan dike û bal kişand ser girîngiya piştevaniya civakî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Polîtîkayên desthilatdariyê ji şewbê re çare nîne."