ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sebahat Tûncel jî wê dest bi greva birçîbûnê bike
Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel a girtî, biryar da ku li dijî polîtîkaya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve greva birçîbûnê. -
Ambargoya dermanan danîn ser girtiyên di greva birçîbûnê de
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê yên di greva birçîbûnê de diyar kirin ku dermanê wan nayê dayîn û li ser wan zext heye. -
Însiyatîfa Zarokên Agir çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku wan rojên 3 û 4’ê Mijdarê rêzeçalakiyên şewitandinê kirine. -
Li Behra Spî bi pileya 5.5 erd hejiya
Li Behra Spî bi pileya 5.5 erd hejiya. -
8 sal ceza li cîgirê berê yê şaredara Wêranşarê hate birîn
Dadgehê 8 sal û mehek ceza li cîgirê berê yê şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûn birî. -
Rewşa girtî Demîr û Kiliç giran e
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ragihandin ku rewşa tenduristiya Naîl Demîr û Mendûh Kiliç ên girtî xirab e, divê bên dermankirin. -
Dayikên şemiyê li aqûbeta windayan pirsîn
Dayikên Şemiyê, di hefteya 819’emîn a çalakiya xwe de, xwestin ku faîlên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên li Şirnexê dema destgîrkirî bûn, hatibûn windakirin û dûre cenazeyê wan hatin dîtin, bên darizandin. -
Mehmet Ozdemîr wê winda li kû ye?
Mehmet Ozdemîr ku di 27’ê kanûna 1997’an de li Amedê bi zorê li wesayîtekê hat siwarkirin û li gel belgenameya ‘hatiye destgîrkirin” a ku Dozgeriya DGM’ê da malbata wî jî 23 sal in winda ye. -
Nêzîkatiyên xirab raberî girtiyên di grevê de dikin
Li hemberî girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê di grevê de ne nêzîkatiyên xirab raber dikin, tavêjin ser qawîşên wan. -
Li Girîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi erdê re kaş dikin
Hate ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li beşa ku hevdîtinê li gel malbatan bikin, ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin û bi erdê re tên kaşkirin. -
Welatiyên ji Rojava li girtîgehên Tirkiye tên ragirtin
Ji 500 kesî zêdetir welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li girtîgehên Tirkiyeyê tên ragirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê berxwedana grêva birçîbûnê slav kir
Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê berxwedana grêva birçîbûnê slav kir, li dijî faşîstan gelek çalakî kir. -
Bavê girtiyê nexweş: Nikare bi tena serê xwe avê vexwe
Mehmet Zahit Turan, bavê girtiyê nexweş Abdulalh Turan ku li Girtîgeha Metrîsê girtî ye û ji stû jêrtir şeht e, got, kurê wî ji stû berjêtir şeht e, çawa ji bo civakê dibe taloke. -
Girtiyên jin ên di girêva birçîbûnê de bang kirin
Girtiyên jin ên ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin ji 27'ê Mijdarê û vir ve li girtîgehên Bakirkoy, Avşîn û Rihayê di girêva birçîbûnê de ne, banga geşkirina piştevaniyê kirin. -
Orhan a HDP’î: Armanca êrîşan dawîkirina xebatên HDP’ê ne
Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan armanca operasyonên qirkirina siyasî ya bê navber ku nêzîkî hezar û 600 roj in didome, bi temamî xebatên HDP’ê bidin dawîkirin, lê nikarin vê biser bixin. -
‘Her der Şengal e, her der berxwedan e’
Platforma Bawerî û Olên Mezopotamya yê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna pêngava “Her der Şengal e, her der berxwedan e” kirin. -
8 sal û 9 meh ceza dan parlementerê berê yê HDP’ê Aksoy
Heyeta dadgehê 8 sal û 9 meh ceza da parlementerê berê yê HDP’ê Halîl Aksoy û ew tehliye kir. -
Xebatkarên kafe û baran ên bêkar mane çalakî kirin
Xebatkarên bar û kafeyan ku ji ber sînordarkirina şewbê bêkar man, li Kadikoyê çalakiya bêdeng kirin. Kedkaran li Operaya Sureyya çalakiya zincîrê lidar xistin, xwestin ku desthilatdarî teşwîqê bide xebatkaran. -
Çalakiyên şewitandinê yên Înîsîyatîfa Zarokên Agir
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku di 3’ê Kanûnê de wan hinek der şewitandine. -
Serlêdana malbatan a ji bo çûna Îmraliyê hate redkirin
Serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya malbatên girtiyên li Îmraliyê, bi hinceta cezayê dîsîplînê hate redkirin. -
Îmzeyên ji bo Dag û Er hatin komkirin wê pêşkêşî NY were kirin
Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku derbarê wan biryara darvekirinê hatiye dayîn, ji bo wan sekinandina biryara darvekirinê îmze hatibûn komkirin. Wê îmze pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî û saziyên Ewropayê were kirin. -
Press In Arrest: Tirkiyeyê di mehekê de 40 rojnameger darizand
Press In Arrest diyar kir ku di meha Mijdarê de 8 jê jin herî kêm 40 rojnameger hatine darizandin û di rapora xwe de bal kişand ser zextên Ajansa Mezopotamyayê. -
Mîchel: Em amade ne, zextan li Tirkiyeyê bikin
Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel diyar kir ku ew amade ne, zextan li Tirkiyeyê bikin. -
Gunay: Her ku tecrîd bidome, neçareserî jî wê dom bike
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmralî da û got: “Şert û mercê diyalog û muzakereyê bidawîbûna tecrîdê ye.” -
Ji bo Erbaşê 16 salî ku leşkeran kuştî, bang
Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD'ê bang kir ku derheqê wan leşkeran ku Ozcan Erbaş ê 16 salê kuştibûn lêpirsîn were destpêkirin.