ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
ÎHD: Girtiyê nexweş Bedrî Çakmak berdin
Endamên ÎHD'ê di çalakiya "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixin de, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Çakmak û gotin: "Çakmak daket 35 kîloyan. Wî serbest berdin." -
29 dosyeyên destlêndanê şandin meclîsê
23 heb jê derbarê parlementerên HDP’ê 29 dosyeyên nû yên destlênedanê şandin meclîsê. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taşkaya pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn, ku piştî hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin. -
Parêzerê OHD'yî: Divê rêxistinên civakî biçin Imraliyê
Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Mehmet Nûrî Denîz got li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê rêxistinên civaka sivil koordînasyonekê çêbikin, tendiristî û şertê girtîbûnê yên Ocalan bişopînin. -
Girtiyên nexweş ên li Trabzonê nayên dermankirin
Însiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî destnîşan kir ku 6 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê rehîn tên girtin, nayên dermankirin û ji bo berdana wan jî bang kirin. -
Girêva birçîbûnê di roja 16'an de didome
Girêva birçîbûnê ya li zindanan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan dest pê kirî di roja 16'an de, bi koma 4'an didome. -
Girtiyên PKK'yî û PAJK'î: Niha dema berxwedanê ye!
Girtiyên PKK'yî û PAJK'î gotin li girtîgehan zext û êrîş ji salên 90'î bihurî ye, ''niha dema berxwedanê ye''. Girtiyan gotin, ''Hûn ê nikaribin teslîm bigirn û birûxînin.'' -
Rapora CPT’yê ya Îmralî ji hikûmeta Swîsre pirsî
Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve û Parlementerê Partiya Sosyalîst ê ji Parlementoya Swîsreyê Fabîan Molîna rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) a li ser Îmraliyê ji hikûmeta Swîsre pirsî. -
Ji Însiyatîfa Zarokên Agir çalakiyên şewitandinê
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku wan 9 û 10’ê Kanûnê rêzeçalakiyên şewitandinê lidar xistine. -
Di ‘Lêpirsîna Kobanê’ de kesek din jî girtin
Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Enqereyê ve hatî destpêkirin de, endama berê ya MP a HDP’ê Meryem Adibellî hate girtin. -
Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê li 9 bajaran çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê Amed û Stenbol jî di nav de li 9 bajaran çalakî kirin û gotin: “Em ê tolê ji dijminên mirovahiyê hilînin.” -
Xebatkarên bar û kafeyan ên ku bêkar mayîn, çalakî kirin
Xebatkarên bar û kafeyan ên ku ev bi mehane ji ber sedema sînordarkirinên şewbê bêkar mayîn, ji bo mexdûryeta xwe bidin bihîstin, piştî Kadikoyê li Qada Şîşhaneyê çalakiya bêdeng lidar xistin. -
Yekîneyên Tolhildanê dijî tecrîdê çalakî kirin
DGH û DGK-H li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo slavkirina berxwedana zindanan li Stenbolê çalakî kirin. -
Li Kasselê tecrîd hate şermezarkirin
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst li Kasselê li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xistin. -
Îranê ji Bîden re got, ew ji peymaneke nûkleer re hazir in
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf got ew hazir in ku bi DYE'ê re peymane çeka nukleer deynin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li rayedaran dan. -
Li Rihayê elektrîkê karkerek kuşt
Li Rihayê Bilal Karaagaç ku ji bo arizaya elektrîkê çêbibe çûyî ser dîrekê elektrîkê elektrîkê lêda û hate kuştin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Korman piştî 4 mehan hate wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şefîk Korman ku di êrişa hewayî de şehîd bû, piştî çar mehan radestî malbata wî hate kirin. -
Gunay: Em ê bêdeng nemînin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê û got, "Daxwaza wan daxwaza me ye. Em ê li bara vê bangê bêdeng nemînin." -
Girtî bi biryar in: Greva birçîbûnê di roja 15'an de ye
Greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, 15 roj in dewam dike. -
TKP-ML: Hevrê Ferdî li Dersimê şehîd bû
TKP-ML MK-SB diyar kir ku gerîla Mûharrem (Ferdî Tosûn) di encama êrişên giran ên li Alîbogazi ya Dersimê ku 30'ê Cotmehê dest pê kir û heta 9'ê Mijdarê dewam kir şehîd ketiye. -
Ji bo kampanya 'dema azadiyê ye' piştgiriya navneteweyî
Kampanya "Dem hatiye" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Însiyatîfa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" hate destpêkirin, di asta navneteweyî de piştgiriyeke mezin werdigire. -
Ji bo birayên Mexmûrî kampanya îmzeyan
Ji bo Abdulkerîm Talli û Ahmet Talli yên birayên hev, ku beriya çar salan ji Kampa Mexmûrê hatin Swîsreyê û ji bo penaberiyê serlêdan kirin, ji bo radestî Tirkiyeyê neyên kirin, kampanyayê dest pê kir. -
Girtiyên TKP-ML: Em 5 rojan dikevin greva birçîbûnê
Girtiyên TKP-ML'î ragihandin ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK'ê, wê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan bikin.