ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kirin. -
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Soro Amed çalakî kirin
Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê yên Şehîd Soro Amed li Manîsayê li dijî fabrîkayeke ku parçeyên otomatîvê çêdikirin çalakiyeke sabotajê kirin. -
Girtî: Encam neyê bidestxistin, em ê dest bi greva bêdorveger bikin
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 19'an de ye. Girtî Mehmet Kûrt diyar kir ku eger ew encamê bi dest nexin, wê çalakiya xwe veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger. -
Doza Hrant Dînk ji bo 17'ê Kanûnê hate taloqkirin
Doza ku 76 bersûcên ji kuştina Hrant Dînk tên darizandin ji bo 17'ê Kanûnê hate taloqkirin. -
Greva birçîbûnê di roja 19’an de ye
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan were bidawîkirin girtiyan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakî bi koma 4’an re di roja 19’an de didome. -
KNK, KCDK-E û Koordînasyona Êzidî Mam Beşîr bi bîr anîn
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewropayê ji bo Mam Beşîr peyama sersaxiyê weşandin. -
ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Cizîrê 2 kes û li Mêrsînê jî kesek hatin girtin
Ji 6 kesên dawiya hefteyê li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibûn destgîrkirin 2, li Mêrsînê jî kesek ku ji 9’ê Kanûnê ve destgîrkirî bû hatin girtin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li ser çalakiyên xwe daxuyanî da
Îsniyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 13’ê Kanûnê gelek cih şewitandine. -
Milîsên HBDH’ê li Îzmîrê çalakî kirin
Milîsên HBDH’ê li Bûca ya Îzmîrê bi çalakiya ku kirin berxwedana zindanan silav kir. -
Lîrayê Tirkan roj bi roj dihele
Lîrayê Tirkan roj bi roj dihele û qîmeta wê kêm dibe. -
RSF: Ji ber nûçeyên koronavîrusê 130 rojnameger hatine girtin
Li gorî rapora Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiey di lîsteya azadiya çapemeniyê de ji nav 180 welatan di rêza 154’an de ye, li dinyayê 387 rojnameger hatine girtin û herî kêm 130 rojnameger jî ji ber nûçeyên li ser koronavîrusê hatine girtin. -
‘Bila li dijî DAÎŞ’ê dadgeheke navneteweyî were avakirin’
Balyoz û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bang kirin û xwestin bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê bila dadgeheke navneteweyî were avakirin. -
Kurdên li Dortmûndê êrişa PDK'ê şermezar kirin -NÛ BÛ
Ciwanên Kurd ên li Dortmûndê, êrişa PDK'ê ya li dijî gerîlayên HPG'ê bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 18’an de ye
Greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîdê dabûn destpêkirin bi koma 4’emîn re di roja 18’an de didome. -
Êrişa PDK'ê li Berlînê hate şermezarkirin
Êrişa hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayên HPG'ê, li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê ciwanên Kurd ve hate şermezarkirin. -
ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Girtî: Heta ku çalakiya me encam digire, wê dom bike
Sertaç Kiliçarslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimîne, diyar kir ku heta daxwazên wan neyên qebûl kirin, ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dom bikin û xwest gel xwedî li daxwazên wan derbikevin. -
Înîsîyatîfa Zarokên Agir derbarê şewitandinan daxuyanî da
Înîsîyatîfa Zarokên Agir derbarê çalakiyên şewitandinê yên di 11,12 û 13’ê Kanûnê de daxuyanî da. -
Li Lavrîoyê çalakiya ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê çalakiyek hate lidarxistin. -
Ji Medyaya Îranê ji bo Erdogan: Kêmaqil, 15'ê Tîrmehê ji bîr neke
Medyaya Îranê li dijî helbesta Erdogan a li ser Bakuyê helwest nîşan da û Erdogan bi, ''dîroknezaniyê'', ''bicihkirina ajandaya Israîlê'' tawanbar kir. Medyaya Îranê şeva darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi bîr xist. -
Girtiyên jin jî di greva birçîbûnê de ne
Hevşaredara berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'ê ya Kandirayê dîlgirtî ye, li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê. Sevgî Îlboga û Dîlan Barîn ên li Girtîgeha Oltûyê jî ketin greva birçîbûnê. -
Greva birçîbûnê di roja 17'an de didome
Greva birçîbûnê ya ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zext û zordariyên li zindanan bidome dest pê kiribû, di roa 17'an de bi koma 4'an didome. -
Koçyîgît: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye
Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser destpêkirina pêvajoya şer û got, "Nîşaneya bingehîn a polîtîkayên şer ên AKP'ê, tecrîda li Îmraliyê ye." -
Kedkarên tenduristiyê yên nexweş bi zorê tên xebitandin
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê demeke dirêj e dixwazin ku Covîd-19 weke nexweşiyeke pîşeyî bê pênasekirin. Her wiha diyar dikin ku kedkarên tenduristiyê yên nexweş tên xebitandin.