ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Stenbolê ji bo Leyla Guven çalakî
Rêxistina HDP’ê ya navçeyî ya Sûltangazî ya Stenbolê, ji bo dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven protesto bikin çalakiyek lidar xist. -
Ceza li êrîşkarên nîjatperest ên Sakaryayê nayê birîn
Têkildarî êrîşkarên nîjatperest ên li Sakaryayê êrîşî karkerên Kurd kirin biryara ‘neşopandinê’ hate dayîn. -
Li Mêrsînê Komkujiya Meraşê hate bibîranîn
Kesên ku di Komkujiya Meraşê de hatin kuştin li Mêrsînê hatin bibîranîn. -
Xelkê Şehbayê ji bo berxwedana li zindanan meşiya
Ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê, xelkê Şehbayê meşeke girseyî li dar xist. -
Gunay: Werin em meşa azadiyê mezin bikin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bang li demokratên Tirkiyeyî kir û got, "Werin em bi hev re meşa azadî û edaletê mezin bikin." -
HBDH li dijî komkujiyan banga têkoşîna hevpar kir
HBDH'ê kesên ku di komkujiyên Meraş û Roboskî de hatine qetilkirin bi bîr anî û banga têkoşînê kir. -
Greva birçîbûnê di roja 28'an de ye
Greva birçîbûnê ya ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 28'an de bi koma 6'an didome. -
Pirsa 'Demîrtaş' û 'Guven' li hikumeta Danîmarkayê hate kirin
Ji Partiya Koalîsyona Sor Kes a Danîmarkayê "Enhedslisten" parlamenter Søren Søndergaard têkildarî rewşa Leyla Guven û Selahattîn Demîrtaş pêşnûme pirsek da Wezîrê Karên Derve Jeppe Kofod. -
Der Freîtag cih da banga 'Azadî ji Ocalan re'
Rojnameya heftane ya Elmanyayê Der Freîtag di hejmara xwe ya vê hefteyê de banga sendîkayên Îngiliz a "Dem hatiye; azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re" weşand. -
ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Êrîşa li hemberî wekîlê HDP’yî Mûsa Pîroglû hat şermezarkirin
Hêzên demokrasiyê li Kadikoyê êrîşa polîsan ya li hemberî wekîlê HDP’yî Mûsa Pîroglû şermezarkirin û gotin: “Emê bi têkoşîna xwe hesaba wê êrîşê bipirsîn.” -
Însiyatîfa Zarokên Agir çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 21’ê Kanûnê rêze çalakî kirine. -
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ronahî Botan li 14 bajaran çalakî li dar xist
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ronahî Botanê ji bo balkişandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 14 bajaran çalakî li dar xistin. -
Runiştina doza Cinayeta Hrant Dînk taluqî sibe kirin
Rûniştina doza di derbarê qetilkirina Rojnamevan Hrant Dînk de taloqî sibe hate kirin. -
Dîlgirtina Leyla Guven li gelek bajaran hate şermezarkirin
Dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin. -
HBDH/KBDH li dijî girtina Leyla Guven helwest nîşan da
Komîteya Ewropayê ya HBDH'ê û Komîteya KBDH'yê ya Ewropayê li ser girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven bi daxuyaniyekê helwest nîşan da. -
Partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê girtina Guven şermezar kirin
"Di şexsê Leyla Guven de, ji bo rêya azadiyê û têkoşînê ya li dijî faşîzmê, em ê bi biryar bin û bi paş ve gavê navêjin." -
Bûldan: Biryara têkildarî Demîrtaş her kesî eleqedar dike
Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Demîrtaş axivî û got, "Hûn neçar in li gorî vê biryarê tevbigerin." Bûldan diyar kir ku li dijî Demîrtaş sûcê giran ê êşkenceyê tê kirin. -
OHD li ber dîlgirtina Guven rabû
OHD'ê nerazîbûn nîşanî dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da û destnîşan kir ku ew bi gel û jinên Kurd re ne. -
Greva birçîbûnê kete roja 27'an
Greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, dabûne destpêkirin bi koma 6'an kete roja 27'an. -
ILPS û ICOR'ê bang li Barzanî û PDK'ê kirin!
Serokê Rûmetê yê ILPS'ê Jose Marîa Sîson û Koordînatora Bingehîn a ICOR'ê Monîka Gaertner-Engel name ji PDK'ê û Serokê wê yê giştî Mesûd Barzanî re şandin. -
ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
HDP: Divê hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar piştî biryara DMME ya derbarê Selahattîn Demirtaş hatî eşkerekirin, xwestin ku Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî tavilê werin berdan. -
Elmanya hê jî çekan difiroşe Tirkan
Hikûmeta Federal a Elman bersiv da pirsnameya Partiya Çepgir û aşkere kir, 2020'an bihayê 22,9 milyon Euroyî çek firotine Tirkiyê.