ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwaneke HDP'î hate girtin
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Nevroz Gulen hate girtin. -
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 4'an de ye
Greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kirin, di roja 4'an de ye. Tê payin ku di 2'ê Kanûnê de koma duyemîn grevê dewr bigire. -
Li Îzmîrê kesek hate girtin
Li Îzmîrê di operasyona qirkirina siyasî de Abdî Ertaş bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin. -
Kesên li Enqereyê hatibûn destgîrkirin anîn dadgehê
Nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin jî di nav de 7 kesên ku hatibûn destgîrkirin, anîn Dadgeha Enqereyê. -
Salek û 6 meh û 22 roj ceza li rojnameger Oztekîn hate birîn
Welat Oztekîn ê ku xebatkarê berê yê rojnameya Azadiya Welat bû, salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Dema destgîrkirinê ya 18 kesî hate dirêjkirin
Dema destgîrkirinê ya 18 kesên li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin ji bo 4 rojan hate dirêjkirin. -
ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Bavê du şehîdan Tûrhalli rehmet kir
Selahattîn Tûrhalli yê ku bavê şehîd Dr. Azîz û Ayfer Tûrhalli ye, li Amedê rehmet kir. -
Koordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropayê Îdo Bavê Şêx bi bîr anî
Koordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropayê diyar kir ku ew ji ber wefata Îdo Bavê Şêx xemgîn in û sersaxî ji civaka Êzidî û malbata wî re xwest. -
Ji Înîsîyatîfa Zarokên Agir çalakiyên şewitandinê
Înîsîyatîfa Zarokên Agir, di 27 û 28’ê Mijdarê de rêzeçalakiyên şewitandinê kirin. -
Gardiyanan girtin ser qawîşa ku greva birçîbûnê lê heye
Li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Nimreya 1’emîn gardiyanan girtin ser qawîşa ku greva birçîbûnê lê heye. -
TCŞ Bîelefeld: Komkujiya li ser Êzidiyan dewam dike
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku komkujiya li ser Êzidiyan dewam dike. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Rûsyayê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Tambov, Saratov û Stravrapolê yên Rûsyayê bi çalakiyan hate pîrozkirin. -
HDP: Operasyon mafyayî ye
Dede li dijî operasyonÊn qirkirina siyasî ya dewleta Tirk helwest nîşan da û got,''Bi mafyayî û korsanî ye.'' -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Kasselê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê bi meşekê hate pîrozkirin. -
Li Xarpêtê bi giraniya 3.6 pileyî erd hejiya
Li Xarpêtê bi mezinahiya 3.6 pileyî erd hejiya. -
Li Berlîn, Zurîch û Rennesê pîrozbahiyên Cejna Vejînê
Li bajarên Berlîn, Zurîch û Rennesê, salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hate pîrozkirin. -
Salvegera damezradina PKK'ê li Herlevê hate pîrozkirin
Salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Herlevê yê Danîmarkayê hate pîrozkirin. -
Siyasetmedar û nivîskarên Danîmarkî bang li lîderên Kurdan kirin
Wezîrê Karên Derve yê berê jî di nav de gelek kesayetên Danîmarkî, têkildarî aloziya ku li Başûrê Kurdistanê rû da bang li lîderên Kurdan kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin. -
Asmîn a 9 salî name ji Rêberê Gelê Kurd re nivîsî
Keça Kurd Asmîn a li Fransayê, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name nivîsî. Asmîn ji 7 salî ve nameyan ji Abdullah Ocalan re dinivîsîne. -
'Zexta li ser Tirkiyeyê wê giran bibe'
Hişyar Ozsoy ê HDP'î bal kişand ser nîqaşên pêkanînan ên li DYE û Yekîtiya Ewropayê û destnîşan kir ku zexta li ser Tirkiyeyê wê giran bibe. -
ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Li Menemena Îzmîrê damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Salih Kendal salvegera damezirandina PKK’ê bi çalakiyekê pîroz kir. -
Çalakiyên şewitandinê yên Înîsîyatîfa Zarokên Agir
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan di 26 û 27’ê Mijdarê de hin çalakiyên şewitandinê li dar xistine. -
Rewşa girtiyê nexweş Tûran gelekî giran bûye
Girtiyê nexweş Abdûllah Tûran ê ku ji stû û berjêrtir bi felcê ye, rewşa wî gelekî giran e. Parêzerê wî Vedat Ece got ku, “Di rojên pêş de, dibe ku xebera mirina wî were.”