ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê Kurd nameyek şand
Girtiyê siyasî yê Kurd Rizgar Begzadeh Babamîrî têkildarî zext û êşkenceyan ji Girtîgeha Ûrmiyeyê nameyek şand. -
Ji DEM Partî û HDK'ê banga ji bo 1'ê Gulanê
Meclîsa Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê ragihand ku ew bi dirûşma 'Ji bo Civaka Demokratîk û Azadiya Kedê ber bi 1'ê Gulanê ve' xwe ji bo 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê re amade dikin. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî ne, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Kaya: Pêşketina pêvajoyê bes bi sererastkirina qanûnan pêkan e
Hevserokê Giştî PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoya aşitiyê divê sereraskirinên yasayî û sazûmanî werin kirin û rêyên ragihandinê vekirî bin ku Rêber Apo pêvajoyê bi rê ve bibe. -
Li Kutahyayê erd hejiya
Li navçeya Sîmav a Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû. -
Bakirhan peyama Rêber Apo digihîne malan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û heyeta pê re, serdana malan kirin û peyama Rêber Apo ragihandin. -
Daxwaza hestiyên kurê xwe dike
Aynûr Taş ku kurê wê li Efrînê şehîd bû û birayê wê yek ji girtiyên nexweş e, got "Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Ji bo tedawiya birayê min ê nexweş dixwazim înfaza wî bê taloqkirin." -
Firat: Em li dora Birêz Ocalan bicivin û destê wî xurt bikin
Hasan Basrî Firat ji bo yekîtiyê bang kir û got, "Bi banga nû ya Birêz Ocalan re divê em destê wî xurt bikin, li dora wî bibin yek û vê têkoşînê bi destketiyên gelê Kurd bi encam bikin." -
Sezaî Temellî: Hevdîtinên bi Wezareta Edaletê re wê dewam bikin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re nirxand û got, rewşa giştî erênî ye û hevdîtin wê dewam bikin. -
ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Qirkirina Ermeniyan hat bibîranîn: Dev ji înkarê berdin
110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan li gelek bajaran hat bibîranîn. Di çalakiyan de banga edaletê hat kirin û xwestin înkar bi dawî bibe. -
Ji bo betalkirina kongreya CHP’ê serlêdan hat kirin
Du delege ji bo betalkirina 21’emîn Kongreya Awarte ya CHP’ê ya di 6'ê Nîsanê de pêk hat, serlêdan kirin. -
Girtiyê nexweş Emrecan Demîr nayê dermankirin: Malbata wî bi fikar e
Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Semsûrê tê girtin, tevî nerihetiya çavê xwe û reaksiyonên alerjîk ên di laşê xwe de sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. -
Barrot: Divê guh bidin mafên Kurdan
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtina bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ku divê maf û berjwendiyên Kurdan bi temamî li ber çavan were girtin. -
Ji bo girtiyê nexweş Enver Yanik daxwaza azadî û darizandina adîlane hat kirin
Girtiyê bi navê Enver Yanik li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê tê ragirtin û nexweşiya wî giran e. Hevjîna wî Şukriye Yanik li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniyek da çapameniyê. -
Destûr ji dermankirina dîlgirtî Emrecan Demîr nayê dayin
Emrecan Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê girtî ye, li gel bi dehan daxwaznameyan jî sewqî doktor nayê kirin. -
Hevdîtina bi wezaretê re: Şert û mercên Abdullah Ocalan divê êdî bêne sererastkirin
Heyeta DEM Partiyê ya ku bi Wezîrê Edaletê re hevdîtin kir, bi daxuyaniyekê got, "Me ragihand ku şert û mercên Birêz Ocalan sernavekî gelekî girîng e û divê êdî bêne sererastkirin." -
DEM Partî: Em hevparên êş û şîna 110 salan in
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de daxuyaniyek da û banga rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê kir. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Hevdîtina DEM Partiyê ya bi Wezareta Edaletê re destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta DEM Partiyê û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç destpê kir. Di hevdîtinê de tê payin ku tecrîda li ser Rêber Apo û 'mafê hêviyê' bê nirxandin. -
Li Tekîrdagê cezayê hucreyê li girtiyê nexweş: Hincet faksa ji bo Îmraliyê ye
Li Girtîgeha Tekîrdagê cezayê hucreyê li girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç hate birîn. Hate ragihandin ku sedema vî cezayî jî faksek e ku Surgeç xwest ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê re bişîne. -
HBDH’ê: Me Qirkirina Ermeniyan jibîr nekir û em ê jibîr nekin!
HBDH’ê bi wesîleya 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan kesên jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bi bîr anî û biryardariya xwe ya têkoşînê ya li dijî sîstema emperyalist-kapîtalîst ku weke berpirsyarên qirkirinê dibîne, anî ziman. -
Li Derya Marmarayê careke din erd hejiya
Li Derya Marmarayê bi mezinahiya 4.6 pileyî careke din erd hejiya. -
Yuksel Genç: Gelê Kurdistanê ji aştiyê re amade ye
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç, diyar kir ku Kurdên ku banga Rêber Apo bi awayekî erênî pêşwazî kirine, ji aştiyê re amade ne û got ku divê desthilatdarî gavan bavêje. -
KNK'ê xwest qirkirina 1915'an bê qebûlkirin
KNK'ê qirkirina sala 1915'an a bi destê Osmaniyan li hemberî gelênxwecihî yên Mesihî hate kirin bi xurtî şermezar kir û xwest, qirkirin ji aliyê tevahiya dem û dezgehên pêwendîdar ve bê qebûlkirin.